“Lewra dilê min bû mibtelayê te” – 29 Tebax Xutbeya Înê

Wekî Emek ve Adalet Platformu, em hutbeyên Roja Îniyan yên ku ji hêla Diyanetê ve têne xwendin — û ku li ser pirsgirêkên civakî û meseleya siyasî qet nayên gotin, her weha şîroveya Îslamê li aliyê sermayê û bi pejirandina dewletê xelas dikin — di bin tenê ji bo civakê ve hatine dayîn — li dijî wan, her Roja Îniyan hutbeyeke Alternatîf ku hevalên me nivîsandine, ji balê xwendiyarên xwe re pêşkêş dikin.


“Gelî bawermendan! Rastî ev e ku ji nav we qasidekî wilo ji we re hatiye, ji ber her tengasiya ku dikare bê serê we xwe di nav barekî giran de hîs dike. Bi we re gelek eleqedar e û ji bawermendan re gelek dilovan û birehm e.”

 

Birayên Hêja

Pêxemberê Îslamê, Qasidê Xwedê Mihemmed Mistefa ji bo me rehmeteke gelek mezin e. Panzdeh sedsal piştî hatin û kemilandina wî ya dinyayê, werin em îro bi bîranînên jiyana wî bibînin ew ji bo serdema xwe hebûn û nasnameyeke çawa dabû nîşan.

 

Pêxemberê me ji bo mirovên serdema xwe guhertinên ewqas mayînde pêk anîne ku ev înqilab ji aliyê dîroknasên Îslamê wek “qedandina serdema nezaniyê û destpêka Esra Seadetê” hatine binavkirin. Têkiliya xwîşk û biratiyê ya navbera hemû civakê ku wî ava kir -ji giregir, maldar û extiyaran heta koleyan, ciwanan û miletên cihêreng- piştî ewqas pêşveçûn û guhertinên dîrokî, hê jî dikare wek pêşketî bê hesibandin.

 

Gelî Mirovên Hêja!

 

Semra bint Nuheyq yek ji van mînakan e. Pêxember, wezifeya teftîşa sûk û bazarên Medineyê bo şev û roj da vê jinika ku di ciwantiya xwe de Îslamê qebûl kir. Hz. Semra hewl dida ku mirov li gorî exlaqê danûstandinê tevbigerin, hîlekar û neheqan bi qamçiya xwe ceza dikir. (TDVİA, Semra bint Nuheyq)

 

Birayên Delal

Bifikirin ku bi sedan sal berî îro, hin civak li ser hebûna jinan, fîtnebûna jinan, heta li ser hîskirina wan a êşê bêqerar bûn; lê Îslam di bajarekî nav çolê de jinê wek kesayeteke berpirsiyar dabû nasîn. Ev bi tenê helwesteke pêşengî sedsalan nîne, herwiha nîşan dide ku Îslam hemû mû’mînan bi edalet û exlaqê wezifedar dike û pêşveçûna civakî ji xwe re dike armanc. Îslam koma tevgerên pêşketî ye ku; bêyî ku wek Ereb-Fars, jin-mêr, ciwan-kal ji hev cuda bike; hemû mirovan bi agahdariya berpirsiyariyên hevbeş, dide ser riya jiyaneke ewledar.

 

Gelî Bawermendan

 

Hemd û sena ji Xwedê re ku ji evdên xwe re xebata ji bo avakirina cihanê kiriye ferz û zilm û kedxwariyê qedexe kiriye. Selat û selam ji Mihemmed Mistefa re ku ew pêşewayê edalet û dilovaniyê, dostê hejaran û piştevanê sêwiyan e. Gava pêxember di nav mirovan de wekheviyê ava dikir, hemû tevgerên ku vê hewldanê sabote dikin jî qedexe kiribû. Wî kengî wekheviya di tevger û hîsan de ava dikir, qîmet dida wekheviya berçavî jî. Rojek Resûlullah li ser riya xwe gumbeteke bilind dibîne û zehf jê aciz dibe. Piştî demekê xwediyê gumbetê silav dide pêxember, lê ew bersiva wî nade û rû badide. Kengî ji sehabiyan hîn dibe ku pêxember ji gumbeta mala wî aciz e, derhal wê gumbetê hildiweşîne û avahiya xwe bi yên din re wekhev dike. Li ser viya Resûlê Xwedê dibêje: “Her avahiya nehewce ji bo xwediyê xwe webalek e.”

 

Birano! 

 

Ev hedîs bi tenê şîreta ciwankarî û mîmariyê nake; herwiha  ji bo nefspiçûkiyê, wekheviya civakê û tunekirina cudahiya sinifan bang dike. Lewra; komkirina serwetê di destê çend kesan de, zayîkirina ked û heqê mirovan, qesr û avahiyên ji bo pesndanê di dilê gel de birîn û di wicdana gel de webal e. Pêxemberê me kengî dixwest ee avahî bê hilweşandin  ji bo viya dikir gazî: “Serwetê kom neke, parve bike! Bilind nebe, bi mirovahiyê wekhev be!”

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir