Milk ya Xwedê, serwet jî ya dewlemendan e? – 12 Îlon Xutbeya Înê

Wekî Emek ve Adalet Platformu, em hutbeyên Roja Îniyan yên ku ji hêla Diyanetê ve têne xwendin — û ku li ser pirsgirêkên civakî û meseleya siyasî qet nayên gotin, her weha şîroveya Îslamê li aliyê sermayê û bi pejirandina dewletê xelas dikin — di bin tenê ji bo civakê ve hatine dayîn — li dijî wan, her Roja Îniyan hutbeyeke Alternatîf ku hevalên me nivîsandine, ji balê xwendiyarên xwe re pêşkêş dikin.


Elhemdulillah, pesn û spasî tenê ji bo Xwedayê Rebê alemê ne. Selat û selam li qasidê Xwedê Mihemmed û peyrewên wî be ku wan hertim aliyê mezlûm û hejaran girt, dad û heq qayîm kir. 

Gelî bawermendên hêja, Xwedê ferman dike ku “Xwedê xaniyên we kir warên aramiya we.”(Nehl, 80) 

Xanî, penahgeha mirovan e; cihê ewlehî, rehetî û mehremiyetê ye. Nîmeta bicihbûn û hewînê; wek xwarin û vexwarinê hewcedariyeke sereke ye,  yek ji awayên îmtihana berpirsiyariya navbera evdan e. Kengî Quran fehma bawermandan a li ser mal û milk pênase dike, dibêje: “Parek ji malên wan heye ku ji bo hejaran û dilxwazan e.” Bi vî awayî tîne bîr ku nîmet emanet e, ne sebeba serfirazîyê ye. Lê mixabin îro xanî û avahî di destê pozbilind û hêzdaran de ji armanca xwe ya bicihbûna mirovan dûr ketine, bûne amûrên kar û danhevê. Birîna herî mezin ên civak û aboriyê ew e ku serwet di destê hinekan de kom dibe. Quran derheqê vê kombûnê de wiha şiret li me dike: “Ew mal û milk bile nebe serweteke ku di destê dewlemendên we de digere.”

Misilmanên Delal

Hin mirov nikarin baniyekî bi dest bixin ku di bin de bihewin . Lê hinekên din, xwediyê du, sê, pênc, heta bi dehan xaniyan in. Ev rewş ji hejmaran wêde nîşana pûçbûna civakê ye. Zarokên ku di emrekî piçûk de ji bo alikariya malbatên xwe bikin bi zorî tên xebitandin, ciwanên ku xeyalên xwe yên xwedîxanîbûnê hertim taloq dikin, xwendekarên ku ji ber bihabûna wargehan û kirêyên xaniyan di karên demdirêj û bêtemînat de mecbûrî xebatê dibin, meaşê karkeran ku ji heqê wan gelek kêmtir e û roj bi roj li ber kirêya xaniyan bêqîmetdir dibe… Sebeba van hemûyan ew e ku em ji aliyê hêzdarên çavbirçî bêmal û bêmilk tên hîştin. Fermana Xwedê “Malên xwe di navbera hev de bi neheqî nexwin.” (Nîsa, 29) li dijî heramxurî û kedxwariyê me vedixwîne parvekirina biedalet.

Gelî Misilmanên hêja û birûmet!

Qezenca helal bêguman bi ked û xebatê ye. “Ji mirovan re bi tenê bedelê xebata wan heye.”(Necm, 39) Bizanibin ku îro sîstema kirêkirinê, nirxa ku bi keda kesekî din hatiye avakirin, di destê hinekên din de kom dike. Ev rewş webala xwedîxanîbûnê, eger ne bi niyeta bicihbûnê be, her ku diçe mezintir dike. Xanî û avahî tenê bi tenê ji bo hewîn û bicihbûnê ne. Eger di nav civakê de tenê yek kesek jî hebe ku nikare xanî bibîne; wê demê kirrîna xaniyekî duyem û valahîştina wî ji bo kar û qezencê, sûdwergirtina ji neçariya mirovan e û talankirina heqê evdan e. Helbet Xwedê helal û heramê diyar dike. Lê banga Quranê ya ji bo edaletê jî eşkere ye: “Gelî bawermendan! Edaletê bi rêkûpêk qayîm bikin.. Dadxwaz bin, ev nêzîktirî teqwayê ye.”(Maide, 8) Birano, em bi van gotinan kêmqezenc û teqawidan qesd nakin eger ji ber bihabûna jiyanê û kêmbûna meaşan bi hewcedarî malekê dabin kirê. Ev rewş bi xwe nîşan dide ku ji tercîhên şexsan wêdetir pirsgirêkeke bingehîn a sîstemê heye. Li dijî kêmbûna meaşên teqawidiyê, xebatkar di nav sîstemê de çareyekê digerin ku bikaribin di extiyariya xwe de bişeref bijîn. Di nav civaka me de zehf kedkar û teqawid hene ku geh ji bo kirêya mala ku tê de rûdinên bidin, geh ji bo mesrefên tendurustiyê hewcedarê qezenca kirê ne. Lewma armanc ew nîne ku em li ser helalbûn an herambûna kirê qerara mitleq a dawî bidin, armanc ew e ku em dawxaza Xwedê fehm bikin û berê xwe bidin Xwedê. Lewma şera me li dijî baron û efendiyên xwedîxanî ye ku bi polîsan û dozeran dikevin nav taxên belengazan.

Gelî bawermendan

Îro ji bo misilmanekî tevgera rast ew e ku bicihbûnê wek amûrekî razandina pere nebîne û bizanibe ew ji bo mirovan mafekî bingehîn e, bi rant û spekulasyonê razî nebe, di parvekirina nîmetê de heqperwer be. Lewra “qencî ew nîne ku hûn berê xwe bidin rojhilat û rojavayê; qencîya rast tevgera wî kesî ye ku ….mal û milkê jê hez dike dide eqrebeyan, sêwiyan, rêwiyan û feqîran”(Beqere, 177) Bawermend ew kes e ku jana dilê cîranê xwe di dilê xwe de hîs dike. Fermana pêxember “Ew kesê ku kengî cîranê wî birçiye bi zikê têr radizê ne ji me ye.” vê hişmendiyê datîne merkeza jiyana me. Wek guhdarên fermana “mêzînê rasterast bigre” divê gotina me ji bo edaletê be û em li cem mezlûman rêz bibin. Em emaneta Xwedê biedalet bar bikin; qedrê ked û piştgirî û parvekirinê bilind bigrin. Ya Reb! Me bike yek ji wan evdan ku ji heqxwariyê dûr dikevin, malên xwe parve dikin, heqê hejaran wek heqê xwe dihesibînin. Ya Reb! wargeh bide bêxaniyan, milkiyeteke wekhev û adil bide wan kesên ku bêmilk hatine hîştin, dilfirehî bide deyndaran. Bicihbûnê li vî welatî bike mafekî rêzgirtî, edalet û wekheviyê bike terazûya civakê.

Amîn.

Çeviri: Bued Kurdî 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir