Rêzên xwe bişidînin- 24 Cotmeh Xutbeya Înê

Wekî Emek ve Adalet Platformu, em hutbeyên Roja Îniyan yên ku ji hêla Diyanetê ve têne xwendin — û ku li ser pirsgirêkên civakî û meseleya siyasî qet nayên gotin, her weha şîroveya Îslamê li aliyê sermayê û bi pejirandina dewletê xelas dikin — di bin tenê ji bo civakê ve hatine dayîn — li dijî wan, her Roja Îniyan hutbeyeke Alternatîf ku hevalên me nivîsandine, ji balê xwendiyarên xwe re pêşkêş dikin.


Elhemdulillah, pesn û spasî tenê ji bo Xwedayê rebbê alemê ne. Selat û selam li qasidê Xwedê Mihemmed û peyrewên wî bin ku ew şîreta edaletê û li dijî zordariyê şîreta hevgirtinê li me kirin.

 Bawermendên hêja, îro em ê li ser rastiyekê biaxivin ku hem bi dilên me hem bi zimanên me re eleqedar e. Em hemû debara xwe bi firotina keda xwe dikin. hin ji me bi kirasên şîn dixebitin, hin ji me li ber dezgehan, hin ji me li ber kompûteran.. Hevpariya me xwîdana eniyê ye. Li hemberî me civateke piçûk a pozbilindan heye ku bi rêya faîz û rant û spekulasyonê serwetê kom dike û mezin dibe. Ev burjuvazî ye.

Eger em ne endamên “bextewar” ên vê kêmaniyê ne, bi taybetî ji bo yên li bajarên mezin dijîn kirêya malê dibe dijwarî, tûrika bazarê her roj piçûktir dibe, deyn û dû piştê ditewîne.

vêga banga edaletê ya quranê olan dide. “Xwedê edaletê, qenciyê û alikariya eqrebayan ferman dike; bêşermiyê, xirabkarî û fesadê qedexe dike.” (Nahl 90)

Lewma divê em hem şopa edaletê hem şopa zilmê di kirêyên malên xwe, kirêyên wargehên xwe, cil û bergên xwe, xwarinên xwe û hewcedariyên xwe yên din de bigerin ku ji aliyê burjuvaziyê hatine desteserkirin.

 Gelî xwîşk û birayan, Xwedê ferman dike: “mal û milkên hevdû bi neheqî nexwin.” (Beqere 188) Ev hişyarî ne tenê ji bo tawanekî ferdî ye, herweha li dijî pergala kedxwar e. Quran wiha bang li komkerên serwetê dike: “Sed mixabin ji bo wan kesan ku serwetê kom dikin û dijmêrin!” (Hümeze 1-3) Lewra ew kesên ku nîmetê wek emanet nahesibînin; xwe li para herkesî dikin xwedî, heqê hejaran ji bîr dikin û dewlendiya xwe ji qenciya xwe dihesibînin. Lêbelê nîmeta Xwedê ne ji bo pozbilindiyê ye, ji bo parvekirin û piştevaniyê ye. Alikarî qencî nîne, pêwîstî ye û heq e. Sûreya Maûnê kesên ku alîkariyê wek bar dibînin şermezar dike. Sureya Duhayê wiha ferman dike: “Sêwiyan neşkîne, daxwazkaran piçûk nexe.”

Gelî mislimanên delal!

Tewhîd bi tenê ji dubarekirina hejmareya “yek”ê pêk nayê. Tewhîd ji evdan re evdîtiyê ji bin ve red dike. Ango tewhîd, têkoşîna ji bo rakirina serdestiya navbera mirovan e. Bawermendên tewhîdê wezîfedar in ku wekheviyê û azadiyê di navbera xwe de ava bikin. Nav û şêwe û îdeolojiya zilmê guherîne, lê pergalên kedxwar û zordest hertim hebûn. Tewhîd perdeya ku zilmê ji çavan vedişêre diqelişîne, rêya têkoşîna ji bo wekhevî û edaletê nîşan dide. Zilm ti car berdewam nîne. Dîrok ji koledariyê heta kolonyalîzmê gelek awayên zilmê dinivîse ku bi berxwedana kedkaran hatine hilweşandin. Lewma, divê em xwe ne wek temaşevanan, lê wek têkoşerên çalak ên li dijî zilmê bihesibînin. Bêguman divê em bihêz rêz bin. Lê divê ev rêz, rêza wan kesan be ku di nav deynan de bi zehmetî debara xwe dikin, rêza kedkarên bêparmayî be, ango rêza berxwedanê û piştevaniyê be.

Zilm û zordarî tenê bi têkiliyên aboriyê nayê girêdan, hiş û mêjiyan mirovan jî girêdide gelî birayan. Gotina “qeder”ê eger xezeba mirovan a li dijî pergalê bitebitîne û hawara mezlûman  bibirrîne, ji heqîqetê bêpar e. Îro makîneya Kapîtalîst bi afirandina qenaetê desthilata xwe didomîne. Ew “pêşewayên qenaetê” ku ji bo berdewamiya pergalê şîreta sebrê li mirovan dikin hemû ji bo fihêlkirina kedxwariyê hatine wezîfedarkirin. Lêbelê tewhîd di nav me de sinifeke “payebilind” qebûl nake, her karê ku zilmê meşrû dike red dike.

Cardin em bînin bîra xwe ku em hemû ji bo jiyanê keda xwe difiroşin. Lê eger qezenca kesekî ji me bibe deynê kesekî din, li wê derê aramî namîne. Gava mala kesekî germ be lê ya yekî din sar be li wê derê behsa edaletê nayê kirin. Peyva “şahid” a di ayeta “Bibin şahidên ku edaletê qayîm dikin” (Nisa 135) nayê wateya şahidiya li mehkemeyan. Ev şahidî li taxan, li kargehan, li kolanan û li zeviyan jî hewce ye. Eger veguhastina serwetê ji feqîran ber bi dewlemendan neqede û malê giştî pêşkêşî kêmaniyeke şaş û fehş bê kirin; mîzana ku Xwedê ji bo me dixwaze xerab dibe. Divê em ji bo serrastkirina mîzanê bibin yek, rêxistî bin, li dijî rant û kedxwariyê ji hev re şîreta heq û sebrê bikin. 

Di vê mijarê de, ayeta “Hûn ê ji bo jin û mêrên ku hatine bêhêzkirin tênekoşin?” (Nisa 75) rêya me ronî dike. Herweha di sureya Qesasê de Xwedê wiha ferman dike: “Lê me dixwest li wê derê em ji zeyîfbûyîyan re litûfkar bin, wan bikin pêşeng û mîratgirên van erdan.”

Bawermendên birûmet! Daxwaza me ji Rebbê alemê ew e ku em bibin civakeke heqnas, ne civakeke ku bûye hêsîrê kedxwarî û zordariyê. Xwedê dilê me comerdî, zimanê me rastbêj, jiyana me têkoşer û berxwedêr bike; hêz bide îradeya me. Xwedê deyndaran dilfireh bike, derike rizqê helal ji bo betalan veke. “Kî zerre misqal xêrekê bike bersiva wê digre” (Zilzal 7) Em qenciyê zêde bikin, da ku xwedê rehma xwe li me kêm neke. Bêguman Xwedê edalet û qenciyê ferman dike, em jî bibin şahidên edaletê û li dijî zilmê piştevaniya hev bikin. Amîn

 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir